Senatoya Amerîkayê ji bo erka şer biryar da
Senatoya Amerîkayê pêşnûmaya qanûnekê ku sînordarkirina erkên li ser 'desthilatên şer' ên Trump dihewîne red kir.
|
Türkçe
RûpelNews - Senatoya Amerîkayê ji bo dengdayîna li ser pêşnûmaqanûnekê kom bû. Der barê pêşnûma qanûna ku li ser sînordarkirina erka ku desthilatiya şer dide Serokê Amerîkayê Donald Trump bû.
Li ser pêşnûma qanûnê bi beşdariya senatoran dengdayîn hat kirin.
Di dengdayînê de, 47 senator ji bo pêşnûmeqanûnê dengê "erê" dan, lê 52 seantor dengê "na" dan. Bi vê encamê pêşnûma qanûn hat redkirin.
Pêşnûmeqanûn ku di rûniştina giştî ya Senatoya Amerîkayê de hatibû nîqaşkirin û ji destpêka "şerê" di navbera Amerîka û Îranê de ji bo cara çaremîn pêşkêşî Senatoyê hatibû kirin, careke din hat redkirin.
