Selahaddîn Bahaddin bû sekreterê Partiya Yekgirtû

28 berfanbar 2024 02:20
Selahaddîn Bahaddin bû sekreterê Partiya Yekgirtû

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Yekgirtû Hoşyar Abdullah ragihand ku kongra partiyê ya 9em encam daye û weha dewam kir:

"Mamosta Selahaddîn Bahaddîn, di kongra partiyê de piraniya dengan bidest xistiye bûye sekreterê partiyê.”

Li gor ragihandinan; Selahaddîn Bahaddîn di kongrê de 728 dengan sitendiye û bûye sekreterê partiyê. Bahaddîn cara 8a ye ku dibe sekreterê partiya Yekgirtû.