Sekreterê partiya komunîst ya Vîetnamê Trong jiyana xwe ji dest da

20 tîrmeh 2024 01:28
Sekreterê partiya komunîst ya Vîetnamê Trong jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Sekreterê partiya komunîst yê Vîetnamê Nguyen Phu Trong bi sedema pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê wezîfên xwe dewr kir û di 80 saliya xwe de wefat kir.

Ragihandina koça dawiyê ya sekreterê partiya komunîst ya Vîetnamê ya Nguyen Phu Trong, ji aliyê televizyona dewleta Vîetnamê de hat kirin. Hat gotin ku bi sedema pîrîtiyê û nexweşînan di nexweşxanekî leşkerî de jiyana xwe ji dest daye.

Rayedar, dê paşî li ser merasima cenaze û çawaniya wê, di asta welat de ragihandinê bikin.

Trong wezîfa xwe dewrê To Lam kiribû ku niha serokê dewleta Vîetnamê ye. Wextê serokatiya dewletê ta Trong heya sala 2026an hebû.