Sekreterê Civata Wezîran deqa biryareke girîng a Encûmena Wezîran belav kir
06 cotmeh 2022 16:30
PeyamaKurd – Sekreterê Civata Wezîran Dr. Amanc Rehîm, deqa biryara jimare 172 ya Civata Wezîran ya roja 20.9.2022ê bi îmzaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kir.
Li gor zanyariyan di wê biryarê de hat eşkerekirin: “Pêwîst e %75 ji derfetên kar di her proje û pîşeyekê de li herêmê ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê be û karkirina karkerên biyanî di her proje û pîşeyekê de di bazara sektora taybet de nabe ji %25’ê kesên di projeyê de kar dikin.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Ciwanên bêkar ên Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina derfetên kar li Herêma Kurdistanê li pêş biyaniyan in.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Civata Wezîran li ser hinartina petrola Kurdistanê dê bicive
12 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin