Seîd Murad: Ji bo berhemên Kurdistanê, daxwazeke zêde heye

05 hezîran 2023 19:00
Seîd Murad: Ji bo berhemên Kurdistanê, daxwazeke zêde heye

PeyamaKurd- Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Hewlêrê Hêmin Seîd Murad diyar kir ku hikûmetê alîkariya cotkaran dike û got ku "Daxwazeke mezin ji bo berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê heye."

Seîd Murad ku li Hewlêra paytext civîneke çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya pêwîst pêşkêşî cotkarên ku dixwazin berhemên xwe hinardeyî parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bikin, dike.

Murad da zanîn ku bi saya van alîkariyan, her cotkarek 20 ton berhem hinarde dike û got, "Daxwazeke mezin ji bo berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê heye."

Seîd Murad diyar kir ku daxwaza cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê têrker e û ew berhemên ku tên xwestin, gelek bi kalîte ne.