Sehaf: Em ê hemû rêyên dûr û rast bigrin ber xwe da ku êrîsên bi vî rengî dubare nebin

22 tîrmeh 2022 13:30
Sehaf: Em ê hemû rêyên dûr û rast bigrin ber xwe da ku êrîsên bi vî rengî dubare nebin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, li ser êrîşa Tirkiye ya li Zaxoyê da diyar kir, ev êrîş tu car wisa derbas nabe û ew ê bi awayê herî tund, di asta herî bilind de bersiva wê bidin.

Li gor Ehmed Sehaf daye zanîn: “Em ê hemû rêyên dûr û rast bigrin ber xwe, da ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin, vê carê ev êrîş wisa derbas nabe, em ê bi awayê herî tund, di asta herî bilind e bersivê bidin, em ê hemû biryarên pêwîst ên dîplomasiyê ji bo serweriya Iraqê bigrin ber xwe.”

Herwiha li ser parastina sînorê hevbeş ê navbera Iraq û Tirkiyê Sehaf eşkere kiriye: “Me her dem gotiye, heta 5 kîlometreyan em dikarin sînorên xwe bi hevbeşî biparêzin, nabe axa Iraqê bibe cihê milmilaniya herêmî û navdewletî, tu yasa û rêkeftineke navdewletî rê nade êrîşên bi vî rengî.”

Di berdewamiyê de Ehmed Sehaf gotiye: “Divê hevahengiyeke taybet di navbera Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêmê de hebe, da ku asayîşa sînor were parastin, ev hevahengî ji bo wê yekê ye ku li her deverekê ku neseqamgîrî dirust bibe, Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêmê ji bo parastina deverê bixebite, weke çawan di rêkeftina Şingalê de jî heye, ku hêzên hevbeş dê werin belavkirin, da ku rêgirî li her grûpekê li navçeyê bike.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê destnîşan kiriye: “Li ser cîbicîkirina rêkeftina derkirina çekdarên PKKê ji Şingalê, di pratîkê de çend astengî hene ji bo belavkirina hêzê li vê navçeyê, rêkeftin ligel Hewlêrê heye, ji bo vê mebestê em ligel wan dicivin, lê belê aliyê Tirkiyê bi tena serê xwe gavan diavêje ji bo binpêkirina serweriya Iraqê, em jî vê yekê qebûl nakin.”

Ehmed Sehaf diyar kiriye: “Ji bo hevahengiya ligel Tirkiyê, hikûmeta Iraqê çend caran pêwendî bi Enqerê kiriye, lê belê bersiv nedan me.”

Herî dawî Sehaf ragihandiye: “Niha çend pêngav li parlamentoyê hatin avêtin. Me bang Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê kir, nameyeke tund da Balyozê Tirkiyê. Wezareta Derve ya Iraqê dê berê xwe bide Encûmena Asayîşê û Neteweyên Yekbûyî, bi awayekî gelek cidî ku beriya niha çênebûye, li ser vê moşekbaranê, em ê hewldanên xwe bidomînin ji bo parastina serweriya Iraqê, Serokwezîr gelek cidî ye, daxwaz kiriye ku artêş amade be ji bo her êrîşeke ji nişka ve.”