Erdogan: Yên ku Kobanî çareser kir û hemû welatiyên Kurd parastin em in!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku dema şerê Kobaniyê yê dijî terorîstên DAIŞê sala 2014an gotibû, ‘Hindik maye Kobanî bikeve’ û piştî wê jî bûyerên tundiyê li Bakurê Kurdistanê rû dabûn vê carê jî got ku pirsa Kobaniyê wan çareser kiriye û hemû welatiyên Kurd ên Kobaniyê xistine bin parastinê.
Erdogan di daxuyaniyên xwe yên îro 6ê Tebaxê yên derbarê şewatên daristanan ên berdewam li bajarên Tirkiyê de û rexneyên tund li opozîsyona Tirkiyê kirin û gotin anî ser mijara bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jî.
Erdogan li ser kampanyaya ser medya civakî ya bi navê #HelpTurkey bo şewatên daristanan got: "Yên ku dixwazin gelê me bi kampanyayên derewan de êsîr bikin hene. Hûn dizanin, li Kobaniyê vî miletî ezmuneke mezin da û Kobanî me çareser kir. Yên ku hemû hemwelatiyên me yên Kurd ên Kobaniyê xistin bin parastinê em in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin