Seferên asmanî yên Venezuela-Sûriye pistî 12 salan ji nû ve dest pê kir

31 gulan 2023 22:05
Seferên asmanî yên Venezuela-Sûriye pistî 12 salan ji nû ve dest pê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seferên asmanî yên navbera welatê Venezuela û Sûriyê piştî 12 salên şerê navxwe yê Sûriyê ji nû ve dest pê kir.

Ajansa fermî ya girêdayî Şamê SANAyê ragihand, balafira rêwiyan a ji paytexta Venezuela Karakasê rabûye, îro 31ê Gulanê gihîştiye balafirgeha Şamê.

Hat gotin ku di balafirê de, ligel rayedarên dewleta Venezuelayê 102 rêwiyan cî girtiye.

Dê seferên asmanî yên navbera Venezuela û Sûriyê ku piştî 12 salan dest pê kirine, her 15 rojan carekê dualî bên kirin.