Sûriye | Rûsyayê pistî bêdengiya du mehan êrîsa asmanî pêkanî
23 gulan 2024 23:01
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê piştî bêdengiya zêdetirî 2 mehan derengiya şevê li “herêma bêçek” a Sûriyê gelek gund û bajarok bombebaran kirin.
SOHRê daye xuyakirin, balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kebane ya herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiye û deverên Şenan, Riwêha, Ihsim û Merbelît ên herêma Cebel El Zawiyê yên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.
Li gorî SOHRê, dema bombebaranê balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmên navborî digeriyan.
Hêjayî gotinê ye, herêmên rastî êrîşa asmanî ya rûsî hatine di bin kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike û HTŞê de ne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Rûsyayê pistî çend mehan yekem êrîsa asmanî li Sûriyê
11 tbx 2023
Teknoloji
Wê rewsa Sûriyeya pistî rûxandina rejîma Esed çawa be?
15 brf 2024
Kurdistan
Banka Navendî ya DYAyê FED, pistî 54 mehan faîzê 50 baz daxist
18 îln 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin