Sefareta Amerîkayê ya Sûriyê peyamekî belav kir
PeyamaKurd- Sefaretxana Amerîkayê ya Sûriyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de bi zimanê Îngîlîzî û Kurdî peyamekî belav kir. Peyam di derbarê lihevkirina partiyên Kurdistanê yên ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurd de ye. Teksta peyama Sefaretxaneya Amerîkayê ya Sûriyê weha ye:
Hezîran 17,2020
Di 16 hezîrana 2020 de, li bajarê Hasekê, Sûriyê, şandeyên Meclisa Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd, qonaxa yekemîn ji dan û sitendinên yekîtiya Kurdî bi dawî kirin.
Her dû şandeyan, bi serokatiya PYD û KDP-S ji dezgehên ragihandina herêmî re piştrast kirin ku gihîştin lihevkirinên pêşîn da ku peymana Duhokê ya 2014 bikin bingehek ji bo berdewamkirina danûditendinên yekrêziya Kurdî, ku dê hevkariya îdarî, serwerî û parastinê tê de binirxînin.
Her dû aliyan li ser nêrînek siyasî ya hevbeş lihev kirin û tekez kirin ku ew ê dê berdewambin di danûsitendinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêşeroja nêzde îmza bikin.
Delwetên Yekbûyî yên Amerîka vê lihevkirina pêşîn weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkariya pratik pêşwazî dike. Evê sûdê ji gelê Kurd ê Sûrî û tevahiya pêkhateyên Sûriyê re wegêr dike.
Her dû şandeyan, cangoriyên mezin ên gelê Sûrî, namaze ên canê xwe di şerên bi rûmet de fedakirin da ku cîhanê ji sitemkariya DEAŞ ê biparêzin, pejirandin.
Ev lihevkirin sembola yekem pêngavek girîng ya koordînasyonek siyasî a mezintir di navbera Kurdên Sûriyê di piştgiriya Amerîkayê de. Her weha dê bibe alîkar ji bo çareseriyek aştiyane ji aloziya Sûriyê di bin biryara 2254 a Netweyên Yekbûyî de da ku hevalbendiya tevahî pêkhateyên Sûrî yên dijberî rejîma Esed bike.


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin