Sedir naxwaze Malîkî di hevdîtinên hikûmeta nû ya Iraqê de cî bigire!
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Es-Sedir dixwaze bêyî Nûrî Malîkî li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiya Şîe bicive.
Çavkaniyeke Rêberê Tevgera Sedir ji medya Iraqê re ragihandiye ku Muqteda Sedir tenê Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Emîndarê Giştî yê Esayib Ehlul Heq Qeys Xezalî, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz vexwendiye civîneke taybet ji bo pêkanîna hikûmeta nû.
Hatiye diyarkirin ku Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ji bo wê civînê nehatiye vexwendin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ‘Çarçoveya Hevahengiya Şîe’ ji Hevpeymaniya Fetîh û hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê û ev çarçove li dijî encamên hilbijartinan bû.
Piştî pesendkirina encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve, Rêberê Tevgera Sedir banga pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kiribû û ev civîn jî piştî wê bangê tê kirin.
Li gorî Komisyona Bilind a Hilbiajrtinan; Tevgera Sedir bi 73 kursiyan di rêza yekem de ye, Hevpeymaniya Teqedum bi 37 kursiyan di rêza duyem de ye, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi 33 kursiyan di rêza sêyem de ye û Partiya Demokrat a Kurdistanê jî bi 31 kursiyan di rêza çarem de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin