Sedir amade ye bi 3 mercan li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih bicive
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar kir, ew amadeye bi 3 mercan li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî bicive.
Li gor çapemeniya Iraqê bi zimanê çavkaniyekî nêzîkî Muqteda Sedir belav kir, yek ji wan mercana jî derketina Hadî Amrî ya ji nav rêzên Çarçoveya Hemahengî ye.
Piştî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî, Hevpeymaniya Fetih a di serokatiya Hadî Amrî de, duyem hêza sereke ya nav Çarçoveya Hemahengiya Şîe de ye.
Hefteya borî, piraniya çapemeniya Iraqê belav kir, roja 18.08.2022yê Muqteda Sedir û Hadî Amrî wê bicivin, lê heta niha ew civîn pêk nehatiye.
Herwiha hat zanîn, merceke din a Muqteda Sedir jî, Hadî Amrî naveroka wan tomarên dengî yên Nûrî Malikî şermezar bike.
Hêjayî gotinê ye, di demên borî de gelek tomarên deng hatin belav kirin ku xwedê giravî yên Malikî ne û bertekên navxweyî li hember wan tomaran gelek zêde bûn. Di tomareke dengî de Malikî bi awayekî nerasterast gefan li Muqteda Sedir dixwe.
Li Iraqê piştî derketina wan tomarên dengî qada siyasî zêdetir tevlihev bû û niha nêzîkî 20 roj in alîgirên Sedir li pêş Parlamentoya Iraqê di grevê de ne û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartineke pêşwext dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin