Se'dî: Pistî çend mehên din Iraq wê bibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî

30 nîsan 2022 14:03
Se'dî: Pistî çend mehên din Iraq wê bibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Esmanî yên Iraqê Me'n Se'dî diyar kir û got, piştî çend mehên din Iraq wê bibe xwediyê sîstema berevaniya esmanî.

Li gor Me'n Se'dî da zanîn, ji bo pêşvebirina sîstema berevaniya esmanî weke welatên pêşketî, di çend mehên bê de sîstema radarê ya esmanî wê bigihîje destê hêzên Iraqê.

Herwiha Se'dî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê re eşkere kiriye: “Ev sîstem wê şiyanên berevaniya esmanî yên Iraqê bihêz bike, ji bilî vê çend peymanên din jî hene, ku beriya niha hatine kirin ji bo kirîna sîstema din a berevaniya esmanî.”