Iraq: Wê peymana petrola Kurdistanê di nav çend rojan de çareser bibe

04 gulan 2023 03:21
Iraq: Wê peymana petrola Kurdistanê di nav çend rojan de çareser bibe

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ragihand ku ji bo petrola Kurdistanê ji nûh de îxrac bibe, bi hukumeta Kurdistanê re hatine pêvajoya dawiyê. Abdulganî got ku di nav çend rojên pêşiya me de peyman temam dibe. Asta dawiyê li ser dahatên petrolê û hesabên darayî ne.

Abdulganî ragihand ku ji ber erdheja maraşê xeta petrolê zerarê diye û xebatên tamîra xeta petrolê dewam dike. Abdulganî weha dewam kir:

“Ji bo petrola Kurdistanê îxracê lîmana Ceyhanê bibe, di navbera heyeta Kurdistanê û heyeta Iraqê de çend hevdîtin çêbûn. Ji bo rojane 400 hezar varêl petrol îxrac bikin, bi Herêma Kurdistanê re me lihev kiriye.”

Piştî rawestandina îxracata petrola Kurdistanê, maliyeta rawestandina petrolê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê ya rojane li dora 800 milyon dolariye.