Scholz: Wê garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê ne wekî yên NATOyê bin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, ji weşana fermî ya Almanya ARDê re axivî û ragihand, Almanya li ser garantiyên ewlehiyê yên bo Ukraynayê yên piştî şer gotûbêjê dike.
Scholz diyar kir ku ew ligel hevpeymanên xwe mijara garantiyên ewlehiyê diaxivin û got, wê garantiyên ewlehiyê yên bo Ukraynayê ji yên endamên NATOyê cudatir bin.
Olaf Scholz eşkere kir: "Em bi dostên xwe re li ser garantiyên ewlehiyê yên bên dayîn nîqaşê dikin. Ev proseyeke berdewam e. Lê eşkere ye ku dê ev bi endambûna welatekî bo NATOyê biguhere.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin