Şaredarekî din ê CHPyî ji partiya xwe istifa kir

22 hezîran 2026 13:55

Şaredarê navçeya Haymana ya Enqereyê Levent Koç ji CHPê îstîfa kir û beşdarî AK Partiyê bû.

Şaredarekî din ê CHPyî ji partiya xwe istifa kir

RûpelNews - Levent Koç ku di hilbijartina şarederiyê de ji CHPê hatibû hilbijartin ragihand ku ji CHPê îstîfa kir. Koç derbasî AK Partiyê bû. Koç ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin û jê re rozeta AK Partî hat pêvekirin.

Hefteya borî jî Koç ligel Wezîrê Jîngehê yê Tirkiyeyê Murat Kurum hevdîtinekê kiribû. Berê niha jî Koç li navçeya Haymanayê pankart û afîşên Mansur Yavaş ê CHPyî yê şaredarê Enqereyê rakiribû.