Şaredarê CHPyî ji partiya xwe îstîfa kir

05 hezîran 2026 13:42

Şaredarê bajarê Kilis ê Tirkiyeyê Hakan Bilecen ji partiya xwe CHPê îstîfa kir.

Şaredarê CHPyî ji partiya xwe îstîfa kir

RûpelNews - Hakan Bilecen ê şaredarê Kilisê di hilbijartina 31ê Adarê 2024an de bi dengê ji%41,97 wek namzedê CHPê hatibû hilbijartin daxuya kirin ku ji CHPê îstîfa kir. 

Bilecen diyar kir ku bi awayeke serbixwe xebatên xwe yên siyasî dê bidomîne. Der barê sedema îstîfayê de ji hêla Bilecen ve tu agahî nehat belavkirin. Li gor hin nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de hatin belavkirin Bilecen dê derbasî AK Partiyê bibe.

Berê niha jî Serokê Bajarê Kilisê yê CHP Umut Mehmet Sapan bi hinceta ji partiya xwe piştgiriya pêwîst nedîtiye û ji kêşeyên tenduristiyê ji erka xwe ya partiyê îstîfa kiribû.