Şaredarê Serik a Antalyayê yê CHPyî ji partiya xwe îstîfa kir

14 nîsan 2026 22:34

Şaredarê navçeya Serik a li Antalyayê Kadir Kumbul ji partiya xwe ya CHPê îstîfa kir.

Şaredarê Serik a Antalyayê yê CHPyî ji partiya xwe îstîfa kir
Wêne: Kadir Kumbul

RûpelNews - Ligel Kadir Kumbul, 8 endamên meclîsê yên CHPê jî îstifa kirin. Bi îstifaya van endamên meclîsê yên CHPê re, piraniya endamên meclîsê derbasî AK Parti bû. Hejmara endamên meclîsê yên CHPê jî bû 13.

Serokatiya Bajarê Antalyayê ya CHP'ê der barê mijarê de ragihand ku ew ê sibê, ji ber îstifaya Kumbul, konferanseke çapemeniyê li dar bixin ku tê de serokê bajêr û parlamenter dê amade bin.

Tê îdiakirin ku Kumbul ê ku ji CHPê îstifa kiriye, dê tevlî AK Parti bibe.