Saredarê berê yê Îdirê ji propagandaya PKKê hat binçavkirin
PeyamaKurd - Şaredarê berê yê ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Murat Yikit ji aliyê cendermeyan ve hat binçavkirin.
Li gor zanyariyan tîmên fermandariya cendermeyên bajarê Îdirê îro bi ser mala Yikit de girtin û şaredarê berê yê bajêr ku di navbera salên 2014-2019an kar kiribû binçav kirin.
Hat ragihandin ku Murat Yigit bi hinceta dozeke 'Propagandaya PKKê' hatiye binçavkirin û jêpirsîna wî li navenda cendermeyan berdewam dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin