Şaredarê berê yê AK Partiyî yê Xelfetiyê hat girtin

28 nîsan 2026 08:30

Şaredarê berê yê AK Partiyî yê Xelfetî ya Rihayê Şeref Albayrak û 28 gumanbar di lêpirsîna gendeliyê de hatibin desteserkirin hatin girtin û ew şandin zindanê.

Şaredarê berê yê AK Partiyî yê Xelfetiyê hat girtin

RûpelNews - Di operasyoneke li dijî rêveberiya berê ya Şaredariya Xelfetî ya li Rihayê de ji 46 gumanbarên ku bi tawana "avakirina rêxistinekê bi mebesta pêkanîna sûcekî" û "astengkirina pêkanîna erkê" hatibûn binçavkirin ji wan 29 kes hatin girtin ku di nav girtiyan de şaredarê berê yê AK Partiyê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak jî heye.

17 gumanbarên din hatin berdan, ji bo qefaltina gumanberekî din jî xebat tên kirin.