Şaredarê Ataşehir a Stenbolê hat girtin
Şaredarê Ataşehir a navçeya Stenbolê Onur Adiguzel ê CHPyî bi tohmeta "gendelî" hat girtin.
|
Türkçe
RûpelNews - Di çarçoveya operasyona li ser şaredariya Ataşehir a Stenbolê de Şaredarê Ataşehir û karmendên payebilind ên şaredariyê tê da 20 kes bi tohmeta "gendelî, bertîl, rişwetê" hatibûn desteserkirin.
Kar û barên îfadedayîna 20 kesan di dozgeriyê de bi dawî bû û bo dadgehê hatin veguhestin.
Şaredarê Ataşehirê Onursal Adiguzel jî tê da 19 kes hatin girtin.
Yek kes bi şerta kontrola adlî hat berdan.
