Şaredarê Ataşehir ê Stenbolê yê CHPyî hat desteserkirin
Li şaredariya Ataşehirê ya Stenbolê ku di destê CHPde ye operasyoneke 'gendeliyê' hate kirin. Ligel Şaredarê Ataşehirê Onursal Adiguzel 18 rêvebirên şaredariyê hatin desteserkirin.
RûpelNews - Ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Anadolu ya Stenbolê ve bi hinceta 'gendeliyê' l ser Şaredariya Ataşaehirê oerasyonel hat destpêkirin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ve hate kirin, Şaredarê Ataşehirê Onursal Adıguze û ligel hin serokên beşan û karmendan, bi tohmetên "peregirtin", "avakirina, birêvebirina an jî endamtiya rêxistinekê bi mebesta pêkanîna sûcekî", û "manîpulekirina îhaleyê" doz hatiye vekirin. Li ser vê der barê 21 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya dozgeriyê bi milyon dolaran karê deryasayî hat kirin.
Heta niha ligel Şaredarê Ataşehirê Onursal Adiguzel 18 kes hatine desteserkirin. Ji bo deseteserkirin hin kesên din xebatên polêsan didomin.
