Sandina derve ya Petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê dike

27 adar 2023 20:24
Sandina derve ya Petrola Kurdistanê ji nû ve dest pê dike

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî ragihand ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê dê heta dawiya vê hefteyê dest pê bike.

Nehro Riwandizî, îro 27ê Adarê ji medya Kurdistanê re eşkere kir, hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê wê di rojên bê de bi taybetî heta dawiya vê hefteyê dest pê bike.

‘Rawestandin rojane 35 milyon dolar zirarê tîne’

Riwandizî got: “Rawestandina hinardekirinê zirareke mezin digihîne hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ber ku rawestana 500 hezar bermîlên petrolê, rojane 35 milyon dolar zirar bi xwe re tîne.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî, piştî ku doh Yekşemê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo berdewamkirina gotûbêjên çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çûbû Bexdayê hat dayîn.