Sandeyek Hikûmetê ji bo kontrola qurbaniyên Deryaya Egeyê gihîst Yûnanîstanê
PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezareta Navxwe diyar kir, îro li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, şandeyek ji bo bi hûrgilî serpereştiya proseya kontrola qurbaniyên Deryaya Egeyê ku nehatine naskirin bikin, gihîşt Yûnanîstanê.
Şêwirmendê Wezareta Navxwe Samî Celal îro 03.02.2022yê da zanîn: “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Atîna ya paytexta Yûnanîstanê û armanc jî serpereştîkirina proseya testên DNA ye ji bo wan qurbaniyên belema noqî ava Deryaya Egeyê bibû ye.
Samî Celal destnîşan kir: “Nimûneyên xwîna kesûkarên qurbaniyan ji aliyê belgeyên tewan a Herêma Kurdistanê ve hatiye wergirtin û şandeya hikûmetê jî ew nimûne li gel xwe birine Yûnanîstanê.
Herwiha eşkere kir, ew şande ji wî bi xwe û Şêwirmendê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve û Selîm Paşa pêk hatiye. Karên yasayî ji bo Rêwar ê temen 11 salî jî wê bên temamkirin ku ji Herêma Kurdistanê re bê vegerandin, ji ber dayîk, bav, xwişk û birayên wî li Deryaya Egeyê can dan û ew bi tenê maye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin