Sandeya HDPê partiyên Kurdistanî ziyaret kirin!

03 tîrmeh 2018 13:59
Sandeya HDPê partiyên Kurdistanî ziyaret kirin!

PeyamaKurd- Şandeyeke Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) li Amedê hinek partiyên Kurdistanî ziyaret kirin.

Şandeya ku di nava wan de Wekîlê Amedê İmam Taşçier û wekîla Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî hebû; partiyên Kurdistanê OSP, PAK, PSK, KDP-T û PMAyê ziyaret kirin.

Şandeya HDPê li ber dêrî hatin pêşwazîkirin. Partiyên Kurdistanî ji ber ziyareta HDPê şanaziya xwe nîşan dan. Her du alî jî li ser berdewamiya diyalogê li hev kirin. Ziyaret di rewşeke dilgermî de pêk hat û ji çapemeniyê re girtî hat kirin.

Şandeya HDPê siba jî wê HAK-PAR, KDP-Bakur- DDKD Û Tevgera Azadiyê ziyaret bike.