Sandên Fînlanda û Swêd ji bo mijara NATOyê serdana Tirkiyê dikin
PeyamaKurd – Şandên welatên Swêd û Fînlandayê sibe 25ê Gulanê bi mebesta gotûbêjkirina nîgeraniyên Tirkiyê li ser mijara endamtiya NATOyê,serdana Tirkiyê dikin.
Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto ragihand ku bi armanca gotûbêjên derbarê serlêdana Swêd û Fînlanda ya endamtiya NATO, du şandên her du welatan roja Çarşemê serdana Tirkiyê dikin.
Pekka Haavisto da xuyakirin, hin mijarên girêdayî ewlekariya Tirkiyê hene û ew bawer dikin krîz were çareserkirin.
Li aliyê din Sekreterê Giştiyê NATO Jens Stoltenberg jî di Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê got, divê Fînlanda û Swêd, ji bo proseya endamtiyê bi Tirkiyê re bikevin diyalogê û nîgeranî û gumanên Tirkiye ji holê rakin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin