Sandeke PAKê li Hewlêrê bi PDKê re civiya
PeyamaKurd - Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, li Hewlêrê bi Buroya Peywendiyan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtinek pêk anî.
Şanda PAKê bi serpereştiya Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, û endamîtiya endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya pêk hatibû, roja Duşemî 29ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê serdana Buroya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê kir û ji aliyê Berpirsê Butpya Elî Husên ve hate pêşwazîkirin.
ROJEV ARAMIYA KURDISTANÊ Û TIRKIYE Û DOZA LI DIJÎ PAKÊ BÛ
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya PAKê, di hevdîtinê de ku endamên Boruya Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya PDKê Nizar Botanî, Karzan Nûrî, Silêman Hisên û Rojbeyanî jî amade bûn, herdu aliyan “li ser rewşa û aramiya li Başûrê Kurdistanê, rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û herwiha doza li dijî PAKê ya ji ber navê Kurdistanê, gotûbêj kirin.”
Li ser navê heyeta PAKê, Kasim Ergun ji ber vê pêşewazîya germ spasiya heyeta PDKê kir û “li ser rewşa PAKê, doza daxistina PAKê û parastina bi Kurdî ya ku PAKê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê kiribû, agahî da rayedarên PDKê.”
PAKê JI HIKÛMETA NÛ RE SERKEFTIN XWEST
Kasim Ergun herwiha pîrozbahî li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ji PDKê re û hemû partiyên beşdar di hikûmetê de serkeftin xwest.
Şanda PAKê herwiha di vê hevdîtinê de, li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agahdarî da şanda PDKê û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin