Sandeke PDKê li Silêmaniyê bi sandeke Polîtburoya YNKê re civiya
PeyamaKurd – Şandeke PDKê bi serokatiya Berpirsê Polîtburoyê Fazil Mîranî serdana Silêmaniyê kir û bi şandeke Polîtburoya YNKê re civiya.
Li gor zanyariyan, şanda PDKê û şanda YNKê di vê civînê de guftûgoyan derbarê qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê û yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê dikin.
Herwiha zanyarî diyar dikin, şanda PDKê dixwaze yekrêziya Kurdî li Bexdayê bi aliyan re guftûgo bike û herwiha dixwaze wê rewşa ku di dema bangeşeya hilbijartinan de di navbera aliyan de rû daye, asayî bike.
Herî dawî hat destnîşankirin, biryar e şanda PDKê ji piştî civîna bi YNKê re, her li Silêmaniyê bi Tevgera Gorran û Partiya Sosyalist a Demokrat re jî bicive.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin