Sandeke MSDê bi Sergey Lavrov û Mikhaill Bogdanov re civiya

24 mijdar 2021 14:35
Sandeke MSDê bi Sergey Lavrov û Mikhaill Bogdanov re civiya

PeyamaKurd – Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed, do li Rûsyayê bi Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Afrîqayê Mikhaill Bogdanov re civiya. 

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Di hevdîtina aliyan de, rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giranî hat nîqaşkirin. Bi taybet li ser çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254, jinûve-avakirina aboriya wê û qada civakî, vegera koçber û penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji hewcedaran re.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Rûsya teqez kir ew amade ye xebatên gihandina Sûriyê ber bi lihevkirinan ve berdewam bike.”

Ev jî ji bo serdestî û yekitiya tevahî xaka Sûriyê di demeke lezgîn de vegere, mafên rewa yên hemû komên etnîkî û olî yên li welat misoger bibin.