Mesrûr Barzanî û Sergey Lavrov civiyan
PeyamaKurd - Civîna Serokwezirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destpê kir.
Îro Şemiyê (15.02.2020) Serokwezirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Munchen a Almanyayê civiyan.
Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina bi Lavrovî re li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke kurt da. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got ew bi Lavrov re li ser mijara Sûriyê û kêmkirina ragêşiyê axivîne û herwiha daxwaz ji Lavrov kiriye ku Rûsya navbeynkariya rêkeftinekê bike û Kurd jî di nav rêz li mafê hemû pêkhateyan were girtin.
In our meeting Sergey Lavrov and I recognised the need to de-escalate tensions, especially in Syria. I reiterated my request that Russia helps to mediate a long-term political settlement in Syria that respects the rights of all, including the Kurds.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 15, 2020
@mfa_russia #MSC2020 pic.twitter.com/T28011nSMz
Hêjayî gotinê ye ku Îro serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevaniyê Amerîkayê Mark Esper, serokwezîrê Kuwêt Şêx Sebah Hemed El Sebah û şandeke parlamentoya Almanyayê civiyabû.
Tê çaverêkirin ku çendîn hevdîtinên din ên fermî jî pêkbîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin