Sandeke ji kongreya Amerîkayê serdana Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Şandeke Amerîkayê bi armanca hevdîtinan hatibû Tirkiyê, ji bo radestkirina firokeyên F-35 ji Tirkiyê xwest moşekên S-400 ên Rûsî nekire.
Di demekê de ku qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de berdewam dike, şandeke endamên Kongreya Amerîkayê bi armanca hevdîtinan serdana Enqerê kirin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, di şandê de endamên kongreyê Michael Turner, John Garamendi, Tom Marino û Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Robert Hood cîh digrin.
Medyaya Tirkiyê ragihand, ku şanda Amerîkî li gel berpirsên Wezareta Derve û Wezareta Berevanî ya Tirkiyê hevdîtin pêk anîne.
Hate gotin, ku şanda Amerîkî ji berpirsên Enqerê re gotine ku eger ew dest ji kirîna moşekên berevaniya esmanî yên S-400 ên Rûsyayê berdin Amerîka jî dê dorpêça li ser wî welatî hilgire û herwiha biryara randestkirina firokeyên pêşkeftî yên F-35 cîbicî bike.
Herwiha di hevdîtinan de aliyê Tirkiyê jî ji endamên Kongreya Amerîkayê xwestine di mijara tekoşîna li dijî PKKê û Cemaeta Gulen de zêdetir hevkariyê li gel wan bikin.
Şanda Amerîkî di çarçoveya sefera xwe de serdana Fermandariya NATOyê ya li Îzmîrê û herwiha Firokexaneya Încîrlîkê ya li Edenê jî kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin