Sandeke leskerî ya Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina ‘navçeya aram’ serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Şandeke leşkerî ya Amerîkayê îro ji bo gotûbêjkirina avakirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê, serdana Tirkiyê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy duh di daxuyaniyekê de gotibû, ew dê hevdîtinên xwe yên bi şandên Amerîkayê re berdewam bikin. Aksoy herwiha diyar kiribû, eger Tirkiye û Amerîka li ser pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê negihîjin rêkeftinekê, Enqere neçar dimîne ku bi tena serê xwe wê navçeyê damezrîne.
Amerîka û Tirkiye li gel pêkanîna navçeya aram li bakurê Sûriyê ne, lê belê li ser naveroka projeyê, kûrahiya vê navçeyê û kontrolkirina wê nakok in.Tirkiye dixwaze, kûrahiya navçeya aram a li bakurê Sûriyê 30 km be, lê belê Amerîkayê herî dawî pêşniyara 5 heta 14 km xiste rojevê.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê, James Jeffrey pêr pênşemê li Washingtonê gotibû, ew baş dibînin ku kûrahiya navçeya aram a li bakurê Sûriyê, di navbera 5 heta 14 kîlometreyan de be. Bi gotina Jeffrey, di dema avakirina navçeya aram de, dê çekên giran jî ji wê navçeyê bêne vekişandin.
Jeffrey herwiha gotibû, divê hevpeymanên wan ên li Sûriyê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ne, bêne parastin û êrîşî wan neyê kirin.
Li aliyekê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li dijî avakirina her core navçeyeke aram in ku Tirkiye kontrola wê bike.
Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlum Kobanî pêştir ragihandiye, eger navçeya aram pêk bê, divê hêzên xwecihî û hêzên navdewletî li wê navçeyê bêne bicihkirin.
Her têkildarî heman mijarê Nûnera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Sînem Mihemed jî got, ew heta niha li ser pêkanîna navçeya aram li gel Amerîkayê negihîştine ti rêkeftinekê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin