Sandeka parlementoya Iraqê serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Şandeka parlementoya Iraqê bo dîtin û şopandina xebatên hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de gihîşt Hewlêrê.
Demek beriya niha, şandeka parlementoya Iraqê bi serokatiya cîgirê yekem yê serokê parlementoya Iraqê, Hesen Keibî bi rêka balafirxaneya Hewlêrê re gihîşt Herêma Kurdistanê.
Şanda han bo dîtin û şopandina xebatên hikûmeta Kurdistanê yên li hember belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) hatiye Kurdistanê û dê bi berpirsên hikûmetê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin