Sanda Rojava li Stenbolê bi opozîsyona Sûrî û nûnertiyên Amerîka-Ewropa re dicive

12 mijdar 2020 21:53
Sanda Rojava li Stenbolê bi opozîsyona Sûrî û nûnertiyên Amerîka-Ewropa re dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji doh 11ê Mijdarê ve li Tirkiyê danûstandinên xwe berdewam dike, wê li Stenbolê bi opozîsyona Sûriyê, nûneratiyên dîplomasî yên Amerîka û Ewropa re bicive.

Şanda Eniya Aştî û Azadiyê ku ENKS pêşengiya wê dike, doh bi beşdariya berpirsên ENKSê Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso, berpirsên Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gebriyêl Muşê û Dawûd Dawûd û ji Teyar El Xed  jî bi beşdariya Emîr Dendel û Wasif El Zab bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyabû.

Piştî hevdîtinê Eniya Aştî û Azadiyê îro bi daxuyaniyekê ragihand, şanda wan doh li Enqerê bi berpirsên dosyaya Sûriyê ya Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyaye û behsa armancên avakirina Eniyê, belavkirina çanda aştiyê, pêkvejiyan û dûrxistina çanda tundûtûjiyê li navçeyê kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, aliyê Tirkiyê piştevaniya xwe ji gelê Sûriyê û penaberên wê re diyar kir. Herwiha piştevaniya xwe ji karên navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî re nîşan da.

Herwiha hat ragihandin ku şanda Eniya Aştî û Azadiyê wê li Stenbolê jî bi Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê û nûnertatiyên dîplomasî yên Amerîka û Ewropa yên li Stenbolê re bicive.