Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re gihîst rêkeftinê

27 tîrmeh 2023 12:59
Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re gihîst rêkeftinê

PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser cîbicîkirina yasaya budçeyê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi Hikûmeta Federal a Iraqê re gihîşt rêkeftinê.

Li gor Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Tîrmeha 2023an bi daxuyaniyekê diyar kir, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşte Bexdayê û li gel şanda Hikûmeta Federal û derbarê cîbicîkirina yasaya budçeyê de, bi armanca şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê civiya. Di encama hevdîtinê de her du alî li ser cîbicîkirina wan xalên girêdayî Herêma Kurdistanê di yasaya budçeyê de rêkeftin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, “Di vê çarçoveyê de yadaştnameyek hevbeş di navbera her du şandan de hat îmzekirin û tê payîn ku yekser were fînansekirina Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kirine ku di zûtirîn dem de mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dabeşkirin."

Hat zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê îro bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Teyf Samî re bicive û li ser çawaniya cîbicîkirina bendên pişka Herêma Kurdistanê di yasaya budçeyê de gotûbêj bike.