Sanda Hevpeymaniyê ya Amerîkî, Fransî û Brîtanî li Kobanîyê bi YPGê re civiya
PeyamaKurd – Di demeke ku Tirkiye gefa operasyoneke berfireh bo navçeyên Til Rifat û Minbicê dixwe, şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi YPGê re civiya.
Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku şanda ku rayedarên Amerîkî, Fransî û Brîtanî di nav de bûn, bi deh otomobîlan çûye rojavayê Kobaniyê û bi fermandarên YPGê re hevdîtin kiriye.
Li gorî nûçeyê, roja Çarşemê şanda ji 40 kesan pêk dihat li kargeha Minbicê bi berpirsên YPGê re civiyaye û operasyona muhtemel a Tirkiyê hatiye nirxandin.
SOHRê daye xuyakirin ku hevdîtina hevpeymaniyê û YPGê piştî bi SÎHAyên Tirkî kuştina endamekî YPGê yê Konseya Leşkerî ya Minbicê pêk hatiye ku di hevdîtinê de, ji bilî operasyona muhtemel a Tirkiyê mijarên ewlehiyê û siyasî jî hatine gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) doh 6ê Tîrmehê jî ragihandibû ku wan ji bo parastin û alîkariyên çekên giran bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê bi rejîma Sûriyê re li hev kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin