Sanda Amerîkî bi lîderên nû yên Taywanê re civiya

16 rêbendan 2024 00:44
Sanda Amerîkî bi lîderên nû yên Taywanê re civiya

PeyamaKurd – Şanda Amerîkayê piştî hilbijartinên roja Şemiyê bi lîderên nû yê Taywanê re civiya ku siyaseta cudabûna ji Çînê û nêzîkbûna bi Amerîkayê re dimeşînin.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Taywanê CNAyê şanda Amerîktayê bi serokê Taywanê Tsai Ing-wen û serokê nû hatiye hilbijartin Lai Ching-te re civiya.

Di hevdîtinan de, peyama xebata hevpar a bo parastina aştiya Kendava Taywanê û îstiqrara wê hate dayîn.

Serokê Taywanê ku cudabûna Çînê diparêze, diyar kir ku Amerîkayê piştevaniya xwe bo demokrasiya welatê wî nîşan daye û ev hevdîtin îspata pêwendiyên nêzîk ên herdu welatan e.

Hêjayî gotinê ye, tê pêşbînîkirin ku Amerîka bi hikûmeta nû ya Taywanê re jî hevkariya xwe tevî hemû nerazîbûnên Çînê jî bidomîne.

Çîn li dijî serxwebûna Taywanê ye û wekî parçeyekî axa xwe dibîne.