SANA: Amerîkîyê li Dêrazorê hêzeke leskerî daxist

13 berfanbar 2021 23:36
SANA: Amerîkîyê li Dêrazorê hêzeke leskerî daxist

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a rejîma Sûriyê SANAyê ragihandiye ku îro Duşemê 13ê Kanûnê danê sibehê hêzeke mezin a Amerîkî li rojhilatê Dêrazorê hatiye daxistin.

SANAyê îdia kiriye ku di operasyona daxistina leşkerî de ‘sivîl hatine revandin’ û hat gotin, operasyoneke berfireh hatiye encamdan ku di encamê de zeviyên çandiniyê jî şewîtî ne.

Li gorî nûçeya SANAyê dema daxistina leşkerî de, pevçûn derketiye û 3 kes jî mirine, lê heta niha ew nûçe nehatiye piştrastkirin.

Hêjayî gotinê ye, hêzên Amerkî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ligel HSDê gelek caran li herêmê operasyonên dijî terorî pêk tîne ku rejîma Sûriyê û hevalbendên wê yên Rûsya û Îran ji vê yekê nerazî ne.