Guterres: Rûdanên li Lubnanê nîsana operasyonekî leskerî ya berfirehe

19 îlon 2024 01:40
Guterres: Rûdanên li Lubnanê nîsana operasyonekî leskerî ya berfirehe

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku teqînên li Lubnanê, talûka êrîşa ser Lubnanê û zêdebûna gengeşeya navbera Lubnanê û Îsraîlê nîşan dide.

Guterres, îro di civîna çapemeniyê de daxwuyaniya xwe da. Antonio Guterres got ku ji bo talûkeyekî weha çênebe, divê her tedbîr bên girtin.

Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê di 17ê Êlûnê de ragihandibû ku di teqînên sîberî yên li Lubnanê de, 9 kes mirine û 2.800 kes birîndar bûne ku rewşa 200 birîndaran xerabe.