Samê bersiva Erdogan da: Projeya Tirkiyê hilwesiya!

06 sibat 2020 19:48
Samê bersiva Erdogan da: Projeya Tirkiyê hilwesiya!

PeyamaKurd – Rêveberiya Şamê bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên gefa vekişandina hêzên rejîmê ji xalên çavdêriyê heta dawiya meha Sibatê.

Rêveberiya Şamê li ser rêkeftina Adanayê ya sala 1998an diyar dike ku bêyî kordînasyona rêveberiya Sûriyê ew rêkeftin pêk nayê û Erdogan jî bi ‘derewkariyê’ tawanbar kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê rayedarên rejîma Sûriyê dibêjin, piştî operasyona hêzên artêşa Sûriyê bi ser herêmên Idlibê yên komên çekdar de, projeyên Tirkiyê yên bo Sûriyê hilweşîyane.

Herwiha tê gotin ku Tirkiye pabendî rêkeftinên Soçî û Astanayê nebûye û hê jî hewil dide komên terorîstan biparêze.