Aldar Xelîl bersiva Erdogan da: Em bi Samê re ketine têkiliyê, lê...
PeyamaKurd – Berpirsên Pêwendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava ye, li ser gefên operasyona Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê diyar kir ku ew bi rêveberiya Şamê re ketine têkiliyê, lê hîn bersivek ji wan re nehatiye.
Aldar Xelîl ji Rûdawê re axiviye û gotiye, “Erdogan dixwaze aramiya deverê têk bide û Sûriyê dagir bike. Di serî de helwesta me diyar e. Em dibêjin, divê çareserî di navbera gelên Sûriyê de bê kirin. Ne tiştekî şaş e ku heta ji destê me bê, em bi Şamê re tifaqê bikin.”
Xelîl bibîr xist ku beriya niha jî wan bi rêya Rûsyayê bi hikûmeta Şamê re ketine nav lêgerînan daku bi hev herêmê ji gefan biparêzin û got, “Lê belê ev cure tifaq û rêkeftin bi du sê hevdîtinan nabin. Ji bo vê dem lazim e. Herwiha heta niha me bersiveke erênî wernegirtiye. Lê li aliyê din jî ji bo şer rû nede em di nav hewldanên siyasî û dîplomatîk de ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin