Saman Berzincî: Amarên pêketinê bi radeyeke berçav zêde bûne

26 adar 2021 17:35
Saman Berzincî: Amarên pêketinê bi radeyeke berçav zêde bûne

PeyamaKurd –  Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî bi daxuyaniyekê diyar kir, ji do ve 750 kesên din bi Koronayê ketin û 5 kesan jî can dane.

Li gor Saman Berzincî di daxuyaniyê de dibêje: “Amarên pêketinê, bi radeyeke berçav zêde bûne. Amarên niha metirsîdar in. Rêjeya mirinê bilind bûye.”

Berzincî destnîşan kir: “Hefteya bê, Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dê bicive û raporeke bi hûrgilî li ser rewşa Koronayê amade bike.”

Herwiha derbarê derziya Koronayê de jî da zanîn; heger fermana bikaranînê derkeve, ji sibê ve dê dest bi dabeşkirina derziyên dijî Koronayê bikin.

Wezîrê Tendirustiyê eşkere kir, Wezareta Tendirustiyê bi sîstemeke elektronîk, welatiyên ku pêwîstiya wan bi wergirtina derziyê heye, desnîşan dike.

Herî dawî Saman Berzincî da zanîn; tîmên tendirustiyê, Pêşmerge, hêzên navxwe û pêketiyên nexweşiyên demdirêj, di qonaxa yekem de dê derziyê werbigrin û bi qasî 43 hezar û 800 derzî ne.