Dr. Saman Berzincî amarên dawî eskere kirin

13 îlon 2020 18:32
Dr. Saman Berzincî amarên dawî eskere kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 20 kesan ji vîrûsa Koronayê can daye.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 573 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin û 20 kesên din jî ji Koronayê can daneb

Berzincî herwiha got ku 274 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Wezîrê Tenduristiyê da zanîn ku li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara kesên ji ber Koronayê can dane gihîştiye hezar û 340 kesan.

Dr. Berzincî got, heta niha 12 hezar û 116 pêketiyên Koronayê li nexweşxane û malên xwe alîkariya pizîşkî distînin.