Dr. Berzincî amarên dawî eskere kirin û hisyarî da
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 483 kesên din bi Koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Herêma Kurdistanê di qonaxa hilkişandina pêketiyên vîrûsa Koronayê de ye û di 24 demjimêrên borî de zêdetir ji 5 hezar test hatine kirin.
Wezîrê Tenduristiyê eşkere kir, di 24 demjimêrên bûr de 483 kesên din bi Koronayê ketin û 24 kesan jî canê xwe ji dest dan û 325 pêketî baş bûne.
Dr. Saman Berzincî car din hişyariya xweparastina ji vîrusa koronayê da û got, bikaranîna mask û dûrketina civakî, rêgiriyê li belavbûna vîrûsa Koronayê dike.
Wezîrê Tenduristiyê bal kişand ser ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêzanîn û spasiya taybet pêşkêşî bijîşk û karmandên tenduristiyê dike ku li nexweşxaneyan berdewam di erkê xwe de ne ji bo rûbirûyî Koronayê bibin.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 23 hezar û 204 kesan, 849 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 hezar û 324 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin