Sam: Îsraîlê bi fuzeyan êrîs kir Samê

30 cotmeh 2021 19:21
Sam: Îsraîlê bi fuzeyan êrîs kir Samê

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku Îsraîlê bi fuzeyan li baregehên leşkerî yên li Şamê xistiye lê fuze bi sîstema parastina hewayî ya Sûriyê hatine bê bandorkirin an ku îmhakirin. Di nûçeya SANA yê de weha hat gotin:

“Sîstemên me yên hewayî ji fuzeyên dijminan hinek ji wan xist. 2 leşkerên me birîndar bûn û ji aliyê maddî de xesara me çêbû.”

Hat ragihandin ku Şamê û dora wê dengê teqînên mezin hatine bihîstin.