Salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora sûnwarnasiyê hat dabînkirin

16 îlon 2021 14:01
Salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora sûnwarnasiyê hat dabînkirin

PeyamaKurd – Salane 900 milyon Dînar li ser razemediya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê hat dabînkirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî diyar kir, ji heyama deh salan ve û ji ber qeyrana darayî, nehat karîn budceyeke pêwîst ji bo sektora şûnwarnasiyê bihata danîn.

Sasan Ewnî da zanîn: “Niha Serokwezîr razemendî nîşan da, ji bo salane 900 milyon Dînar ji bo vejandina sektora şûnwarnasiyê were dabînkirin.”

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê eşkere kir, ew 900 milyon Dînar wê sektora şûnwariyê li Herêma Kurdistanê biparêze û vejîne.

Herî dawî destnîşan kir, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê armanc dike, piraniya cihên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê bixe rêza şûnwarên cîhanî.