Kurdistan | Her sal 900 milyon dînar ji bo dîrokê tê xerckirin
PeyamaKurd – Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina deverên şûnwarî tê terxankirin û bi sedan projeyên taybet ên arkeolojîk têne bicihkirin.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 11ê Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ji bo xizmetkirina û girîngîdana zêdetir bi navçeyên şûnwarî, Binkeya Şûnwarî ya Kifriyê bû Rêveberiya Şûnwarî û Çandê ya Kifriyê.
Hate diyarkirin, Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê di Kabîneya Nehem de girîngiyeke mezin didin warên arkeolojîk.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye ku salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina şûnwarên were xerckirin, ligel bicihkirina bi sedan projeyên şûnwarnasî di warên nûjenkirin, kolandin û dirustkirina parkên arkeolojî û girêbestên digel zanîngehên navdewletî û bi dehan karên din ên girêdayî arkeolojî û çandê li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin