Rûsyayê tetbîqata çekên nukleerî li dar xist û Pûtîn jî temase kir!
PeyamaKurd – Kremlînê ragihand ku Rûsyayê tetbîqateke bi çekên nukleerî li dar xistiye û Pûtîn jî bi awayekî online lê temaşe kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji baregeha fezayê ya Plesetks fuzeyên balîstîk ên Yars ên parzemînan û fuzeyên Sineva bo polîgona Kurayê hatine avêtin û herwiha di tetbîqatê de balafirên menzîldirêj ên Tu-95MS jî beşdariya tetbîqatê kirine.
Hatiye diyarkirin ku ew tetbîqata bi awayekî serkeftî pêk hatiye û fuzeyên hatine avêtin gihîştine hedefên xwe û karînên xwe îspat kirine.
Herwiha Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu jî derbarê wê tetbîqatê de Pûtîn agahdar kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî îro ragihandiye ku Rûsyayê beriya wê tetbîqata nukleerî ew agahdar kirine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price got: "Ev tetbîqateke rûtîn a Rûsyayê ye. Li aliyekî bêsedem gefên nukleerî dixwin, li aliyê din jî bi awayekî surprîz me agahdar dikin û ev yek jî şaşfahmkirinan kêm dike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin