Generalê Amerîkî: Divê çekên nukleerî bilez ji Tirkiyê bên derxistin

18 mijdar 2019 21:25
Generalê Amerîkî: Divê çekên nukleerî bilez ji Tirkiyê bên derxistin

PeyamaKurd - Generalê Amerîkî yê berê Chuck Wold, li ser çekên nukleerî yên Amerîkayê ku tê gotin li Baregeha İncirlik a Edene ya Tirkiyê ne, hişyarî da û got, divê bilez çekên nukleerî ji Tirkiyê werin derxistin.

Chuck Wold  ji ajansa Bloomberg a Amerîkî re axivî û got, “Tirkiye dijminê Amerîkayê ye” û wiha pê de çû: “Ev jî di êrîşên Tirkiyê yên li dijî hevkarên me yên li bakurê Sûriyê de diyar bû.”

‘Tiştê ku Amerîka ditirse, ew çekên nukleerî yên li Tirkiyê ne’

Wold eşkere kir ku di 2014an de, Tirkiyê destûr neda Amerîka baregeha Încirlîkê ji bo şerê li dijî DAIŞê bi kar bîne, lê piştî salekê serî ji daxwaza Amerîkayê re tewand û destnîşan kir, “Tştê niha Amerîka jê ditirse ew e ku çekên Amerîkî yên nukleerî li Tirkiyê ne û ev tişt nakeve xizmeta berjewendiyên Amerîka yên stratejîk.”

‘Divê çekên nukleerî bo Qibris û Yunanistanê bên veguhestin’

Generalê xananişîn ê Amerîkî Chuck Wold teqez kir ku ji ber dijminatiya Erdogan a bi Amerîkayê re û ji ber ew xwe nêzî Rûsyayê dike, “Divê bilez ev çek ji Tirkiyê bo Qibrisê yan jî Yunanistanê bên veguhestin”.