Awusturya: Divê hemû çekên nukleerî, werin jinavbirin

22 rêbendan 2023 23:31
Awusturya: Divê hemû çekên nukleerî, werin jinavbirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg, di derbarê çekên nukleerî yên cîhanê de daxuyaniyek da. Schallenberg diyar kir ku divê cîhan ji çekên nukleerî xilas bibe da ku xetere ji holê bê rakirin.

Alexander Schallenberg, bi boneya ketina meriyetê ya sala duyemîn a Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî (TPNW) daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de da zanîn ku divê çekên nukleerî, li seranserê cîhanê bên tunekirin.

Schallenberg got, “Ev çek heta ku hebin, dê ji bo her kesî xetere bin. Divê em çekên nukleerî ji holê rakin berî ku ew me tune bikin.”

Wezîrê Awusturyayê bal kişand ser gefxwarina bi çekên nukleerî û got, “Ev ji hêla exlaqî ve nayê qebûlkirin, ew qada çalakiya kesên din sînordar dike û eşkere li dijî hiqûqa navneteweyî ye."

Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî, tevî redkirina welatên xwedî çekên nukleerî yên weke Amerîka, Rusya û Çînê; di 22yê Çileya 2021ê de hatibû qebûlkirin.